Mesrûr Barzanî Papayê nû pîroz kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Papayê nû kir û got, "Hêvîdar im papatiya wî bi aştî, diyaloga di navbera olan û lihevhatinê were nîşankirin."

9 Gulan 2025 - 11:46
9 Gulan 2025 - 11:46
 0
Mesrûr Barzanî Papayê nû pîroz kir

Kardînal Robert Prevost doh wekî papayê nû yê Vatîkan û Xirîstiyanên Katolîk ên li çaraliyê cîhanê hat hilbijartin.

Papayê nû Robert Prevost 69 salî yê û ji Amerîkayê ye.

Piştî mirina Papa Francis, Robert Prevost bû Papa 267emîn ê Vatîkanê.

Navê Papayê nû Robert Prevost e û navê Leoyê 14em ji xwe re hilbijartiye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser Xê de Papayê nû Robert Prevost pîroz kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi hilbijartina wî ya wekî rêberê rûhanî yê Dêra Katolîk a cîhanê ez pîrozbahiyên xwe yên ji dil pêşkêşî Papa Leo XIV ê Pîroz dikim.

Hêvîdar im serdema papatiya wî bi aştî, diyaloga di navbera olan û lihevhatinê were bibîranîn."

 

Ev nûçe bi tevahî 266 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:17:03