Mesrûr Barzanî: Peymana 11ê Adarê destkeftiyeke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bû
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera Peymana 11ê Adarê, tekez kir ku ew ê bi biryardarî parastina maf û destkeftiyên neteweyî yên gelê Kurdistanê bikin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 11ê Adarê li ser hejmara xwe ya tora civakî "X", peyamek bi masebeta salvegera îmzekirina Peymana 11ê Adara 1970yî weşand.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de Peymana 11ê Adarê wekî "destkeftiyekî dîrokî û biha yê Şoreşa Mezin a Îlonê" pênase kir, ku bi rêberiya Rêberê Neteweyî Mistefa Barzanî yê Nemir hatibû bidestxistin.
Serokwezîr careke din tekezî li ser parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê kir û diyar kir, ew wekî hikûmet û serkirdayetî li ser soza xwe ne ku bi hemû hêza xwe bergiriyê li maf û destkeftiyên neteweyî yên gelê Kurdistanê bikin û rê nedin tu binpêkirinekê li ser statûya herêmê.
Peymana 11ê Adarê di sala 1970î de di navbera Şoreşa Îlonê û hikûmeta hingê ya Iraqê de hatibû îmzekirin û wekî yekemîn belgeya fermî ya naskirina mafên Kurdan li Iraqê tê qebûlkirin.
Nûvekirina herî dawî: 14:53:54