Mesrûr Barzanî piştevaniya Herêma Kurdistanê bo mafên pêkhateyan dubare dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Gulana 2023an di pêwendiyeke telefonî ligel Patrîkê Dêra Katolîk a Keldanî li Iraq û cîhanê kardînal Louis Sako de, rewşa kiristiyanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kir.

8 Gulan 2023 - 03:02
8 Gulan 2023 - 03:02
 0
Mesrûr Barzanî piştevaniya Herêma Kurdistanê bo mafên pêkhateyan dubare dike

Di pêwendiyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mafên hemû pêkhatan bi taybetî kiristiyanan li Iraq û Herêma Kurdistanê û başkirina rewşa kiristiyanên li deşta Neynewayê dubar kir û tekezî li girîngiya pêşxistin û kûrkirina pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyan cuda de kir.

Patrîk Kardînal Louis Sako xweşhaliya xwe ji bo berdewamiya piştevaniya Herêma Kurdistanê bo Kiristiyanan nîşan da.

Ev nûçe bi tevahî 869 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:25:05