Mesrûr Barzanî û Al Nehyan bal kişand ser xurtkirina pêwendiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên her du aliyan kir.

12 Sibat 2025 - 12:56
12 Sibat 2025 - 12:56
 0
Mesrûr Barzanî û Al Nehyan bal kişand ser xurtkirina pêwendiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî “Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan” a li Dubaiyê dibe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Dubaiyê bi Serokê Îmaratê Mihemed bin Zayed Al Nehyan re civiya û her du aliyan tekezî li ser “bipêşxistina pêwendiyên dostane” yên Herêma Kurdistanê û Îmaratê kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî jî beşdarî vê civînê bûye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “rûdanên dawî û guherînên rewşa giştî ya Îraq û herêmê” hatine nirxandin.

Hat gotin ku her du aliyan li ser pêwîstiya xurtkirina hevkarî, hevahengiya dualî û bipêşxistina zêdetir a têkiliyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de li hev kiriye.

Şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî û beşdariya Qubad Talebanî 10ê Sibata 2025an çû Îmaratê ji bo beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan di navbera 11 û 13ê vê mehê de li Dubaiyê bi beşdariya zêdetirî 30 serokdewlet û serokwezîrên hikûmetan tê lidarxistin.

 

Ev nûçe bi tevahî 622 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:26:40