Mesrûr Barzanî û Fermandarê CENTCOMê li Hewlêrê civiyan

General Michael Erik Kurilla qurbanîdanên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê bi rêberiya Cenabê Serok Mesûd Barzanî di têkbirina terorîstên DAIŞê de bilind nirxand.

9 Îlon 2022 - 03:58
9 Îlon 2022 - 03:58
 0
Mesrûr Barzanî û Fermandarê CENTCOMê li Hewlêrê civiyan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurilla li Hewlêrê civiyan û di civînê de generalê Amerîkî pesnê rola Hêzên Pêşmerge di têkbirina DAIŞê de da û got, Amerîka dê piştevanî û alîkariyên xwe bo Hêzên Pêşmerge bidomîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Pêncşembê 8ê Îlona 2022an pêşwazî li Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Michael Erik Kurilla kir.

Di civînê de, pêşhatên herî dawîn ên rewşa giştî ya Iraqê û pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, General Michael Erik Kurilla di hevdîtinê de qurbanîdanên Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê bi rêbertiya Serok Mesûd Barzanî di têkbirina terorîstên DAIŞê de bilind nirxand û tekezî li ser pabendbûna welatê xwe ji bo berdewamiya piştevanîkirina Pêşmerge kir.

Di beşeke din a civînê de ku Fermandarê Giştî yê nû yê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê û Sûriyê General Matthew McFarlane jî amade bû, behsa girîngiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê hat kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî spasiya alîkarî û piştevaniya Amerîkayê û hêzên Hevpeymanan kir, herwiha behsa reformên hikûmetê û bi taybet jî reformên di Wezareta Pêşmerge de kir.

Ev nûçe bi tevahî 356 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:10:37