Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îmaratê rewşa navçeyê û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Dewleta Îmaratê, rewşa giştî ya navçeyê û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Dewleta Îmaratê gotûbêj kirin.

5 Gulan 2026 - 10:20
5 Gulan 2026 - 10:20
 0
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îmaratê rewşa navçeyê û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh 4ê Gulanê di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Dewleta Îmaratê Şêx Ebdullah bin Zayid Al Nehyan, rewşa giştî ya navçeyê û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Dewleta Îmaratê gotûbêj kirin.

Herwiha hate diyarkirin ku her du aliyan êrîşên vê dawiyê yên li ser Dewleta Îmaratê şermezar kirin û tekezî li ser girîngiya parastina aştî û aramiya navçeyê û bidawîanîna êrîşan kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 54 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:10:58