Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Navxwe yê Amerîkayê civiyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Karên Navxwe yê Amerîkayê Doug Burgum civiya.

Wezîrê Karên Navxwe yê Amerîkayê Doug Burgum got, “Herêma Kurdistanê hevpeymaneke binirx a Amerîkayê ye.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Hikûmetê da zanîn ku di civînê de bipêşxistina têkiliyên stratejîk ên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de, guherînên dawî û pêşhatên li Îraq û Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand:
“Wezîrê Navxweyî yê Amerîkayê amaje pê kir ku Herêma Kurdistanê hevpeymaneke binirx a Amerîkayê ye û em kêfxweş in ji xurtbûna pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên li gel kompanyayên Amerîkî.
Ev beşek e ji siyaseta Hikûmeta Amerîkayê ku hêzê ji bo aştî û xweşguzeraniya xelkê bi kar bîne.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî spas ji bo piştgiriya Amerîkayê spasî kiriye û tekez kiriye ku Herêma Kurdistanê wekî her dem faktoreke aştî û aramiyê ye.
Nûvekirina herî dawî: 13:55:07