Mezintirîn Ala Kurdistanê li keleha Kerkûkê bilind dibe

Newroza îsal dibe deriyek bo bilindkirina ala Kurdistanê li ser avahiyên dam û dezgehên fermî yên Kerkûkê.

20 Adar 2017 - 06:30
20 Adar 2017 - 06:30
 0
Mezintirîn Ala Kurdistanê li keleha Kerkûkê bilind dibe

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Hêmin Dilo ragihand, îsal xelkê Kerkûkê cuda ji salên borî, cejna Newrozê pîroz dikin, ji ber ku îsal metirsiya DAIŞê li ser wî bajarî nemaye. Ji aliyekî din ve, Newroza îsal dibe deriyek bo bilindkirina ala Kurdistanê li ser avahiyên dam û dezgehên fermî yên Kerkûkê.

Got jî, îsal piraniya çalakiyên Kerkûkê li ser keleha bajêr birêve diçin, ku ev keleh wek nîşana berxwedana gelê Kurd e. Biryar e jî hemû aliyên siyasî û Parêzgarê Kerkûkê li ser kelehê agirê Newrozê dadin û pêşwaziyê li sala nû ya Kurdî bikin.

Ev nûçe bi tevahî 2094 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:25:35