Mezlûm Ebdî Cejna Ekîtoyê pîroz kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi helkefta Cejna Ekîtoyê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

1 Avrêl 2026 - 12:20
1 Avrêl 2026 - 12:20
 0
Mezlûm Ebdî Cejna Ekîtoyê pîroz kir

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî gelê Kildan, Suryan û Asûrî û hemû pêkhateyên herêmê kir.

Ebdî diyar kir ku ev cejn kûrahiya şaristaniya herêmê û nirxên nûbûn û hêviyê nîşan dide.

"Ekîto yekîtî û aramiyê xurttir dike"

Ebdî bal kişand ser girîngiya piştgiriyê û parastina mîrata çandî û şaristaniyê ku yekîtî û aramiyê xurttir dike.

Fermandarê Giştî yê HSDyê di dawiya peyama xwe de hêvî kir ku ev cejn xêr û aştiyê bîne.

Wî her wiha da zanîn ku ew dixwazin nirxên biratî û bihevrejiyanê yên ji bo paşerojeke ewle û dadperwer xurt bibin.

Mezlûm Ebdî her wiha bi zimanê Suryanî "Ekîto Brîxo" (Ekîto pîroz be) nivîsî.

 

Ev nûçe bi tevahî 12 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:22:52