Nêçîrvan Barzanî tîma neteweyî ya Îraqê pîroz kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber mafê beşdarbûna Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Îraqê ya ji bo Kupaya Cîhanê ya 2026an peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Îraqê di maça ku li Meksîkayê hat lîstin de Bolîvya 2-1 têk bir û serkeftineke dîrokî bi dest xist.
Serokê Herêma Kurdistanê piştî vê yekê di peyama xwe de di serî de werzişkar û tîma teknîkê, hemû gelê Îraqê pîroz kir.
"Serkeftineke dîrokî û cihê serbilindiyê"
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya vê serkeftinê ya di dîroka werzişê de û ev tişt gotin:
"Ev serkeftina dîrokî ya ku piştî 40 salan a li bendêmayînê hat, ji bo hemû Îraqiyan mizgîniyeke mezin û haveynê serbilindiyê ye.
Ez ji dil û can hemû endamên tîma neteweyî pîroz dikim ku bi ked û dilsoziya xwe xewna Kupaya Cîhanê pêk anî."
Hêviya yekîtî û bihevrejiyanê
Serok Barzanî di maçên koman ên Kupaya Cîhanê de ji Tîma Neteweyî ya Îraqê re serkeftin xwest û hêvî kir ku ev serkeftina heyî yekîtî û bihevrejiyana civakî xurt bike.
Serok Barzanî peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ez hêvîdar im ku ev serkeftin ji bo her kesî bibe wesîleya bextewerî û aramiyê."
Îraqê ji sala 1986an ve cara yekem mafê beşdarbûna fînalên Kupaya Cîhanê bi dest xist û dawî li bêrîkirina 40 salî anî.
Nûvekirina herî dawî: 13:22:41







































































































































































