Mezlûm Ebdî: Em dê bibin hêza sereke ya artêşa nû ya Sûriyeyê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî diyar kir ku di çarçoveya bicihanîna Peymana 10ê Adarê de dê şandeyeke leşkerî di demek nêzîk de biçe Şamê û ew dê mijara tevlîbûna HSDyê gotûbêj bikin.

11 Cotmeh 2025 - 10:46
11 Cotmeh 2025 - 10:46
 0
Mezlûm Ebdî: Em dê bibin hêza sereke ya artêşa nû ya Sûriyeyê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 10 sal berê hat avakirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di merasîma salvegera 10emîn a damezirandina HSDyê de gotarek pêşkêş kir û got:

“Di demek nêzîk de dê komîteya me ya leşkerî biçe Şamê.

Di çarçoveya vê serdanê de, em dê mijara tevlîbûna HSDyê ya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê gotûbêj bikin.”

Ebdî da zanîn ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esed li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kiriye û anî ziman:

“Artêşeke nû ya Sûriyeyê tê avakirin.

Em jî wekî hêza wê ya sereke dê di artêşa nû ya Sûriyeyê de cihê xwe bigirin.”

Ebdî tekezî li ser wê yekê kir ku ew bawer dike HSD dê bi saya tecrubeya ku heta niha di têkoşîna li dijî DAIŞê de bi dest xistiye û xebatên ku meşandine, di artêşa nû ya Sûriyeyê de roleke mezin bilîze û artêşa Sûriyeyê bihêz bike.

Ebdî her wiha destnîşan kir ku Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) jî êdî ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, dê li seranserî Sûriyeyê erkê xwe bikin û di têkoşîna li dijî DAIŞê de li gel hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê tevbigerin.

Tevahiya gotara Mezlûm Ebdî:

"Îro sersala 10emîn a damezirandina hêza me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. Bi vê minasebetê, ez vê rojê li tevahiya gelê me, şervanên me û hevpeymanên me pîroz dikim.

HSD heta roja îro eger serkeftî be, xwe spartiye bingeha xwe ya esasî ku ew jî piştgiriya gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve ye.

Li Sûriyeyê rewşeke nû tê jiyîn. Piştî têkçûna rejîma Baasê, Sûriyeyeke nû tê avakirin. Li Sûriyeyê artêşeke nû tê avakirin. Em jî wekî hêzeke esasî ya ku di parastina Sûriyeyê de, di şerê li dijî terorê de, di parastina gelê me de xwedî cihekî girîng bû û roleke mezin lîst, em dê di vê pêvajoya avakirina artêşa nû ya Sûriyeyê de cihê xwe bigirin.

HSD jî dê bibe beşeke xurt a artêşa nû ya Sûriyeyê ya ku niha tê avakirin. Di rojên pêş me de, em dê wekî Fermandariya HSDyê, ji bo ku Peymana 10ê Adarê pêk were, em dê heyeta xwe bişînin Şamê cem Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê û ew pêvajoya tevlîbûna HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê dê dest pê bike.

Em bawer in ku tecrubeya HSDyê ya ku heta niha di şerê li dijî DAIŞê de bi dest xistiye, perwerdeya ku di van 10 salan de dîtiye, xebata wê ya ku li gel hêzên navneteweyî yên dijî terorê daye meşandin, piştgiriya ku ji gelê me wergirtiye; bi van hemû taybetmendiyan ve, dê bi tevlîbûna HSDyê ya nav artêşa nû ya Sûriyeyê roleke mezin hebe û ew dê ji bo artêşa Sûriyeyê jî bibe hêzeke mezin û wê xurt bike.

Di Sûriyeya nû de, li gel tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk a nav artêşa Sûriyeyê, artêşa nû ya Sûriyeyê, hêza me ya dijî terorê jî, YAT jî, dê roleke nû bilîze. Êdî ne tenê li Bakurrojhilatê Sûriyeyê, li ser asta tevahiya Sûriyeyê, ji bo ewlehiya niştimanî, ewlehiya welat, li gel yekîneyên din ên di nav artêşa Sûriyeyê de, dê xebateke hevbeş û perwerdeyeke hevbeş bide meşandin.

Em bawer dikin ku ev tecrubeya ku Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) di van 11 salên borî de bi dest xistiye, dê di vê pêvajoya nû de jî roleke pêşeng di şerê li dijî terorê, li dijî DAIŞê de, ne tenê li ser asta Bakurrojhilatê Sûriyeyê lê belê li ser asta tevahiya Sûriyeyê bilîze, roleke xurt bilîze û dê bibe sedema serkeftinê di şerê li dijî DAIŞ û terorê de li seranserî Sûriyeyê."

 

Ev nûçe bi tevahî 50 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:59:06