Mezlûm Ebdî: Li Başûrê Kurdistanê yekîtiya neteweyî di rojeva me de bû
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku naveroka hevdîtina di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de ji wan re hatiye ragihandin û encam erênî ne.
Ebdî her wiha eşkere kir ku HSD amade ye tev li artêşa Sûriyeyê bibe lê ne bi awayê belavbûnê, bi awayê tevlîbûneke rêkûpêk.
Mezlûm Ebdî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û behsa serdana xwe ya Başûrê Kurdistanê, hevdîtinên bi Şamê re û helwesta Amerîka û Tirkiyeyê kir.
“Trump pirsa HSDyê kiriye”
Mezlûm Ebdî da zanîn ku Tom Barrack hûrgiliyên hevdîtina Trump û Şer a li Koşka Spî ji wan re veguhastine.
Ebdî diyar kir ku Trump di hevdîtinê de pirsa Rojavayê Kurdistanê û HSDyê kiriye û got:
"Li gorî Barrack, hevdîtin erênî derbas bûye.
Wan ji Serok Trump re daye xuyakirin ku îradeyek heye û dê ev mesele were çareserkirin.
Gotine têkiliya me bi HSDyê re baş e."
“Tirkiyeyê vê carê zimanê gefê bi kar neanî”
Ebdî li ser helwesta Tirkiyeyê jî eşkere kir ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî di wê civînê de amade bûye.
Fermandarê HSDyê anî ziman ku Trump xwestiye mesele bê şer û bi diyalogê çareser bibin û anî ziman:
“Tirkiyeyê hinek gazin kirine, dibêjin HSD giran tevdigere lê bi giştî vê carê zêde ne tûj bûne.
Ew zimanê tûj û tehdîdê bi kar neanîne. Xwestekên xwe yên çareseriyê anîne ziman.”
“Em amade ne tev li artêşê bibin”
Mezlûm Ebdî li ser pirsa entegrasyona HSDyê artêşa Sûriyeyê destnîşan kir ku ew naxwazin hêza xwe belav bikin lê dixwazin bi ezmûna xwe bibin beşeke artêşê û got:
“HSD hêzeke wisa ye ku ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê û 10 sal in bi Koalîsyonê re kar dixebite.
Pêwîst e bi şiklekî rêkûpêk tev li artêşa Sûriyeyê bibe. Em di wê baweriyê de ne ku tevlîbûna HSDyê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike û aramiyê bîne.
Em dixwazin keda şervanên HSDyê vala neçe û bi awayekî layiqî tev li artêşê bibin.”
Ebdî eşkere kir ku wan di mijara leşkerî de pêşniyarên xwe û navên kesên ku dê bên erkdarkirin ji Şamê re şandine lê hîn bersiv nehatiye.
“Astengî ne ji me ne”
Mezlûm Ebdî diyar kir ku di dan û standinên bi Şamê re astengî ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve derdikevin û wan hemû nêrînên xwe yên li ser mijarên îdarî, sînor, derî û leşkerî bi nivîskî pêşkêş kirine û da zanîn:
“Ew dibêjin pêwîst e em berê mijarên leşkerî û ewlehiyê çareser bikin, paşê derbasî mijarên destûrî û siyasî bibin. Ev nêzîkatî ne rast e.”
“Yekîtiya neteweyî di rojeva me de ye”
Mezlûm Ebdî li ser serdana xwe ya Başûrê Kurdistanê û beşdariya Foruma Dihokê jî got ku pêşwazî germ bû û ev serdan wekî destpêkeke nû ye.
Ebdî da zanîn ku wî bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirine û yekîtiya neteweyî, têkiliyên bi Şamê re û mijarên aborî û deriyê Sêmalkayê gotûbêj kiriye.
Fermandarê HSDyê got:
“Ev ne cara yekem e em bi rayadarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hev dibînin.
Dewamiya ziyaretên berê bû. Gelek mijarên aktuel hebûn me li ser nîqaş kir.
Mijarên hevbeş her du terefan eleqedar dikin hebûn. Bi giştî jî yekîtiya neteweyî di rojeva me de ye.
Li ser van mijaran dan û standinên me çêbûn.
Dîsa em li ser mijarên dan û standinên bi Şamê re sekinîn.
Nêrînên hevdu girtin. Alîkariya Başûrê Kurdistanê ya Rojavayê girîng e, em li ser vê axivîn.
Bi giştî di mijarên diyalog û aştiyê de, tiştê Rojavayê eleqedar dikin û Bakurê Sûriyeyê eleqedar dikin, Kurdan giştî eleqedar dikin em li ser hemûyan axivîn. Encamên giştî erênî bûn.
Elbet em li ser Deriyê Sêmelkayê û têkiliyên aboriyê jî axivîn.
Ji bo ku têkilî û çûnûhatin xurttir bibin, bi giştî jî ji Deriyê Sêmalkayê re bêhtir pêvajoya avakirina nû ya Sûriyeyê, mijarên aborî divê ku rola girîng a Başûrê Kurdistanê hebe.
Em cîranên hevdu, birayên hevdu ne. Ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê, Kurdên Bakur jî Kurdên Diyasporayê jî ji bo ku werin ew jî xebatên ji nû ve avakirinê bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roleke xurttir bilizîn, em li ser van mijaran sekinîn.”
Nûvekirina herî dawî: 09:55:10