Mihemed Hacî Mehmûd: Ti behaneyek ji bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nîne

Parlamentoya Kurdistanê dema xwe dirêj kir, ji bo hilbijartin di îsal de bên kirin. Di vê derbarê de Mihemed Hacî Mehmûd dibêje, ti behaneyek ji bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nîne.

25 Sibat 2023 - 16:13
25 Sibat 2023 - 16:13
 0
Mihemed Hacî Mehmûd: Ti behaneyek ji bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nîne

Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ji K24î re ragihand, tiştê ku Kurd pê şanaziyê dikin, lidarxistina hilbijartinan e, ti behane nîne ku roja hilbijartinan neyê diyarkirin, sedema wê jî ew e ku hinek alî hene xwe ji encamên hilbijartinan diparêzin.

Her wiha got: “Her kes dibêje em alîgirê hilbijartinan in, lê dema mijar tê warê praktîkê, piraniya wan ne bi encamdana hilbijartinan re ne û pirsgirêkan dirust dikin.”

Her wiha got: “Niha mijar tê ser Pêkhateyan. Ez difikirim ku divê ew bihêlin ku ew bi xwe 11 kursiyên xwe hilbijêrin.”

Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê dibêje: “Bi min baş e Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinan bibe yek bazne û guhartin di Komîsyona Hilbijartinan jî çêbibe.”

Ev nûçe bi tevahî 507 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:12:37