Mîrê Êzidiyan li gel Papayê Vatîkanê dicive.

Hat ragihandin ku Mîrê Êzdiyan Emîr Hazim Husên Beg, ligel şandekê gihîştiye paytexta Îtalya Romayê ku wê li wir bi Papa Francis û Wezîrê Derve yê Îtalyayê re bicive.

14 Mijdar 2022 - 05:14
14 Mijdar 2022 - 05:14
 0
Mîrê Êzidiyan li gel Papayê Vatîkanê dicive.

Cîgirê Mîrê Êzidiyan yê Karûbarên ragihandinê Cewher Elî Beg ji medya Kurdistanê re eşkere kir, şandeke êzidiyan bi serokatiya Mîr Hazim Husên Beg çûye Romayê û wê bi Papayê Vatîkanê û rayedarên din ên payebilind ên Îtalyayê re bicivin û rewşa Şingalê gotûbêj bikin.

Hat diyarkirin ku wê şanda Êzidiyan çend rojan li Romayê bimîne û hevdîtinan ligel berpirsên Îtalya pêk bîne.

Li gorî zanyariyan wê şanda êzidiyan di vê serdanê de, hewlên ji bo baştirkirina rewşa êzdiyan û koçberên Şingalê berdewam bike daku koçberên Şingalê bo malên wan bên vegerandin û pirsgirêkên wan çareser bibin.

Ev nûçe bi tevahî 468 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:59:18