Mistefa Çawreş: Em hemû li gel encamdana referandûmê bûn

Endamê rêveberiya YNKê behsa giringiya encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê dike û dibêje: ‘’Li gel hemû astengiyan û nerazîbûna ji aliyê welatên derve ve hebû, lê em hemû li gel referandûmê de bûn.’’

24 Îlon 2022 - 08:24
24 Îlon 2022 - 08:24
 0
Mistefa Çawreş: Em hemû li gel encamdana referandûmê bûn

Endamê rêveberiya YNKê Mistefa Çawreş ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em hemû piştevanê encamdana referandûmê bûn. Li hemû hemû astengiyan û piştevanî nekirina welatan, lê wek YNK em li gel referandûmê bûn.’’

Endamê rêveberiya YNKê pirsî û got: Ma me ji bo çi xebat kir? Her miletekî mafê xwe heye referandûmê bike û bibe xwedî dewleta xwe ya serbixwe. Bi taybet tîmeke futbolê jî xwedî al e û logo ya xwe heye û bangeşeyê ji bo xwe dikin. Lê dem hewkarê me nebû ku em wê demê de serxwebûnê ragehînin. Lê hêvîdarim em hemû tişta ku em bikarin bikin ji bo serxwebûna Kurdistanê û rizgar kirina wê pêngavên baş û bi kiryar bavêjin.’’

Roja 25.09.2017ê li gel hemû zext û givaşên welatên herêmî û neyarên gelê Kurdistanê jî, gelê kurd ê Herêma Kurdistanê bi hemû ol û netewên cuda û pêkhateyan ve çûn ser sandoqa dengdanê û referandûma ku Serok Barzanî rêbertiya wê dikir bi dengê ‘’Belê’’ ji bo sexwebûna Kurdistanê ve encam bû.

Ev nûçe bi tevahî 541 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:23:46