Ocalan peyamek belav kir

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi boneya1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek şand û got, Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, avakirina jiyaneke demokratîk e.

1 Îlon 2025 - 09:51
1 Îlon 2025 - 09:51
 0
Ocalan peyamek belav kir

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, bi minasebeta 1ê Îlonê peyamek şand û got: “Aştiya rasteqîn, dema azadî, demokrasî û edaleta civakî di hemû qadên jiyanê de bikeve meriyetê, dikare pêk were.”

Peyama Ocalan di mitînga 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya Stenbolê hat xwendin.

Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:

“Ji kesên ku ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin re...

Banga me ya ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk, ne gaveke siyasî ya jirêzê ye; gaveke stratejîk e û qonaxeke dîrokî ye.

Bi vê bangê re, hem li Tirkiyeyê hem jî li seranserî Rojhilata Navîn, deriyên serdemeke nû ya jiyaneke demokratîk a li ser bingeha aştiyê heta dawiyê hatine vekirin ku dê şûna şer û wêraniyan bigire.

Ev ne tenê daxwazek e; rastiyeke şênber e ku divê bi derfetên xurt û gavên pratîkî yên cidî were avakirin.

Ji ber ku aştiyeke rasteqîn, ne tenê bêdengbûna çekan an jî bidawîbûna pevçûnan e. Aştiya rasteqîn, wê demê pêkan e ku azadî, demokrasî û edaleta civakî di hemû qadên jiyanê de ava bibe.

Veguherîna civakî ji bo gelên me ne tenê mafek e; di heman demê de peywira sereke ya serdema nû ya li pêşiya me ye.

Aştî, demokrasî û nirxên azadiyê dê bi têkoşîna gelên me re teqez mayînde bibin û di nava jiyana civakî de cihê xwe bigirin.

“Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, avakirina jiyaneke demokratîk e"

Ev welat êdî dê bibe welatê wan kesan ên ku aştî û jiyana demokratîk hem wekî mafê xwe hem jî weke peywira xwe dibînin.

Bi wesîleya 1ê Îlonê ez bangî gelên me dikim ku xwedî li vê peywira dîrokî derkevin û meşa aştî û azadiyê hîn bêhtir mezin bikin.

Ez di wê baweriyê de me ku hemû kes dê cidiyeta vê serdemê fêm bikin, xwe ji ber çavan derbas bikin û li gorî ruhê aştiyê tevbigerin.

Bi vê baweriyê, ez we hemûyan bi hezkirin û rêzên xwe yên bêdawî silav dikim.”

 

Ev nûçe bi tevahî 73 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:19:30