Mucteba Xamineyî: Divê kujerên Larîcanî di demeke nêz de bacê bidin
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî di peyamekê de sersaxî li malbata Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî kir.

Mucteba Xamineyî her wiha got ku kujerên wî "dê di demeke nêz de bacê bidin."
Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî peyamek belav kir.
Mucteba Xamineyî di peyamê got, "Bi xemgîniyeke mezin min nûçeya şehîdketina Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî Dr. Elî Larîcanî, kurê wî û çend hevkarên wî wergirt."
"Kesayetiyekî zana û dûrbîn bû"
Rêberê Îranê di peyama xwe de pesnê Larîcanî da û got:
"Kesayetekî zana, dûrbîn, zîrek û pêbend bû ku xwedî ezmûneke zêde di warên cuda yên siyasî, leşkerî, ewlehî û çandî de bû.
Wî pênc deh salan roleke diyarker di saziyên Komara Îslamî de lîst."
Mucteba Xamineyî kuştina Larîcanî wekî "teror" bi nav kir û gefa tolhildanê xwar û got:
"Bila neyarên Îslamê bizanibin ku rijandina vê xwînê tenê dara Komara Îslamî bihêztir dike.
Bêguman her xwîn, xwînbihayeke wê heye û kujerên sûcdar divê di demeke nêz de bacê bidin."
Di dawiya peyama xwe de, Rêberê Îranê sersaxî li hevjîn û zarokên Elî Larîcanî û birayê wî Sadiq Larîcanî kir.
Elî Larîcanî kî bû?
Elî Larîcanî yek ji kesayetiyên siyasî yên herî diyarker ên Îranê bû ku berê posta Serokê Parlamentoyê û gelek berpirsiyariyên din ên payebilind wergirtibû.
Posta wî ya dawî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê bû.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz 17ê Adara 2026an kuştina Larîcanî ragihandibû.
Şeva sêşemê jî medyaya Îranê nûçeya kuştinê piştrast kiribû.
Nûvekirina herî dawî: 13:57:10










































































































































































