Muqtada Sedir: Em amade ne bi şert 'Seraya Selam' hilweşînin

Rêberê Tevgera Sedir Muqtada Sedir di daxuyaniyekê de 6 şert ji bo Serokwezîrê raspartî yê Iraqê diyar kirin, daku razîbûna gel û tevgera xwe bi dest bixe. Sedir amadebûna xwe ji bo hilweşandina baskên xwe yên leşkerî û radestkirina wan ji bo dewletê nîşan da, hevdem tekez jî kir ku ew bi tu awayan tevlî kabîneya bê nabin.

9 Gulan 2026 - 10:22
9 Gulan 2026 - 10:22
 0
Muqtada Sedir: Em amade ne bi şert 'Seraya Selam' hilweşînin

Rêberê Tevgera Sedir Muqtada Sedir doh (În, 08ê Gulana 2026ê) daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand; Eker Serokwezîrê raspartî dixwaze razîbûna Xudê, gel û "Al Sedir" bi dest bixe, divê van xalan bi cih bîne:

Yek: Guhertina komên çekdar ji bo pêkhateyên mirovî yan jî komeke olî (Cund el-Şeair el-Dîniye) di bin çavdêriya Desteya Hec û Umreyê de, an jî guhertina wan ji bo rêxistinên hawarhatinê. Sedir amaje bi wê yekê jî kir ku eger alî vê yekê bikin, ew amade ye "Lîwaya Yewmul Mewûd"ê hilweşîne û "Seraya Selam" jî bide destê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar.

Du: Dûrketina ji "Xelete el-Etar"ê (piştbestina bi piştbendiya siyasî û mezhebî) di pêkanîna kabîneya wezarî de û dûrxistina hemî wan aliyên ku baskên wan ên çekdar hene.

Sê: Karkirina ji bo serxwebûna rastîn a Iraqê û rêgirtin li her destwerdaneke derve, bi dirûşma "Ne Rojhilatî û ne Rojavayî".

Çar: Destpêkirina kampanyayeke bilez ji bo binbirkirina gendeliyê di dema tenê 90 rojan de, bi şertekî ku ji dosyaya "Diziya Sedsalê" û cezakirina tawanbarên wê bê destpêkirin.

Pênc: Bihêzkirina peywendiyên derve yên Iraqê di astên Erebî, Îslamî û navdewletî de, bi awayekî ku rûmeta Iraqê bê parastin û rê li desttêwerdanan bê girtin.

Şeş: Muqtada Sedir tekez kir ku ew qebûl nakin tu endamekî "Tevgera Nîştimanî ya Şîeyan" di kabîneya bê de hebe û ragihand: "Tu wezîrek nûnertiya me nake."

 

Ev nûçe bi tevahî 79 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:57:00