Nasnameya du gerîlayan hat eşkerekirin

HPGyê nasnameyên du gerîlayên ku li Amanosan canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

28 Adar 2024 - 10:24
28 Adar 2024 - 10:24
 0
Nasnameya du gerîlayan hat eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku Demhat Rêzan û Andok Bagok sala 2018an li Amanosan canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, Îsmaîl Ozdemîrê bi nasnavê Demhat Rêzan ji Şirnexê ye û wî 27ê Adara 2018an li Amanosan canê xwe ji dest daye.

HPGyê destnîşan kir ku Delîl Goktaşê bi navê Andok Bagok ji Mêrdînê ye û wî jî heman rojê li heman cihî canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku her du gerîla di nava malbatên welatparêz de ji dayîk bûne û tevî refên gerîlayan bûne.(Rudaw)

 

Ev nûçe bi tevahî 1323 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:16:36