NATO pêşwazî li peymana nû ya Amerîka û Îranê dike
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte pêşwaziya rêkeftina navbera Washington û Tehranê ya ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn kir û ragihand, vekirina Tengava Hurmizê "serkeftineke mezin e."

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte di konferanseke rojnamevanî de li Brukselê destnîşan kir, vekirina Tengava Hurmuzê ji bo hatûçûna azad a keştiyan destkeftiyeke mezin e. Rutte got: "Ez dizanim ku gelek hevpeymanên me, bi rêya wê destpêşxeriya ku Fransa û Brîtanya serkêşiya wê dikin, amade ne piştgiriyê bidin vê pêvajoyê."
Sekreterê Giştî yê NATOyê her wiha tekez kir ku ev peymana Serok Trump, dê rê li ber bidestxistina çekê atomî ji aliyê Îranê ve bigire û şiyana mûşekî ya wî welatî jî kêm bike.
Ev yek piştî wê tê, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, peymaneke bi navê "Yadaştnameya Îslamabadê" bi awayekî dîjîtalî îmze kir. Armanca vê peymanê bidawîkirina şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ye.
Derbarê şerê Ukraynayê de, ku niha di sala xwe ya pêncemîn de ye, Mark Rutte ragihand, Ukraynayê hevsengiyên şer li gorî berjewendiyên xwe guhertine. Rutte got: "Ukraynayê îsbat kir ku makîneya şer a Rûsyayê ne bêrikaber e. Ji ber vê yekê, NATO dê berdewam be li ser dabînkirina alîkariyên serbazî ji bo Kîevê."
Nûvekirina herî dawî: 20:24:59







































































































































































