Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron dê bicivin

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Fransayê dê li Parîsa paytexa Fransayê hevdîtinekê bin.

2 Mijdar 2023 - 10:30
2 Mijdar 2023 - 10:30
 0
Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron dê bicivin

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Fransayê dê li Parîsa paytexa Fransayê hevdîtinekê bin.

Koşka Elysee ragihand ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron dê sibe Înê li Koşka Elyseeyê ya Parîsê demjimêr 13:00an pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Li aliyê din Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina Serokê Fransayê Emmanuel Macron e.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, tê çaverêkirin ku Emmanuel Macron û Nêçîrvan Barzanî pêwendiyên Fransayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re gotûbêj bikin.

Hat ragihandin ku di civînê de dê hevkariya her du aliyan û rewşa Îraq û navçeyê bi giştî bê gotûbêjkirin.

Di navbera Parîs û Hewlêrê de pêwendiyên bihêz hene û ev çend car in Serokê Herêma Kurdistanê diçe Fransayê û bi Serokê Fransayê re dicive.

Ev nûçe bi tevahî 582 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:54:26