Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê qebûl kir

Serokê Herêma Kurdistanê, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê qebûl kir.

27 Adar 2024 - 13:47
27 Adar 2024 - 13:47
 0
Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê qebûl kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen daxuyaniyek belav kir.

Serokatiyê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û Stephen Hitchen di civînê de behsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Her du aliyan tekezî li ser girîngiya encamdana hilbijartinan kir û ji bo derbaskirina pirsgirêkan behsa hesasiyeta rewşê û çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên di navbera aliyên siyasî de gotûbêj kirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê li ser wê yekê hevfikir bûn ku divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê, li ser esasê destûrê û parastina mafan bi rêya diyalogê bên çareserkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 460 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:49:25