Nêçîrvan Barzanî: Bila peyamên Pêxember rêberiya me hemûyan bikin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Qendîla Mewlûdê peyamek belav kir û got, “Em ji Xwedê dixwazin ku peyamên Pêxember li ser civaka Misilmanan û mirovahiyê belav bibin û rêberiya me hemûyan bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de hêvî xwest ku Qendîla Mewlûdê xweşî û bextewariyê bi xwe re bîne û bibe wesileya aştî û aramiyê ji bo her kesî.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
“Bi boneya salvegera pîroz a jidayîkbûna Pêxember Mihemed (Silavên Xwedê li ser bin), ez pîrozbahiyên herî germ li hemû Misilmanên li Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.
Ez hêvî dikim ku ev bîranîn xweşî û bextewariyê bi xwe re bîne û bibe wesileya aştî û aramiyê ji bo me hemûyan.
Em ji Xwedayê nezin dixwazin ku di salvegera jidayîkbûna Pêxember de peyamên wî yên aştîxwaz, mirovperwer û qenciyê, li ser civaka Misilmanan û mirovahiyê belav bibin û rêberiya me hemûyan bikin.
Qendîla Mewlûdê li hemûyan pîroz be, her sal bi xweşî be.”
Nûvekirina herî dawî: 22:58:54