Li Urmiyeyê 58 kes ji ber lixwekirina cilên Kurdan hatin cezakirin
Li bajarên Mehabad, Bokan, Pîranşar û Şinoyê yên Rojhilatê Kurdistanê 58 kes ji ber lixwekirina cilên Kurdan hatin cezakirin.

Dezgeha Dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê bi hinceta lixwekirina cilên Kurdan 58 ceza kirin û li her yekî ji wan 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê doh ragihand, “Ew 58 kes ji aliyê şaxa Dadgeha Şoreşê ya Pîranşarê ve hatine cezakirin lê dikarin li şûna ku bikevin girtîgehê, 24 mîlyon tumenan bidin.”
2yê Kanûna Paşîn a 2025an di dozeke hevbeş de lêpirsîn bi wan 58 kesan re hatibû kirin.
Li gorî agahiyan, ew kes piştî ku li dawetekê li bajarê Pîranşarê yê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê bi komî bi cil û bergên Kurdan û cemendaneyan derketibûn, Dadgeha Şoreşê ya bajêr gazî wan kiribû.
“Tenê cilên Kurdan li xwe kiribûn”
Mirovê yekî ji wan ji Rûdawê re got, “Dadgeha Şoreşê ya Pîranşarê ew bi rêya SMSê û bi hinceta ‘tevlihevî û aloziyê’ gazî kirin ku tenê cilên Kurdan li xwe kiribûn.
Di nav wan de kesên bitemen jî hene ku ne tenê di wê merasîmê de, di tevahiya jiyana xwe de cilên Kurdan li xwe dikin.”
Bi propagandaya dijî rejîmê tên tohmetbarkirin
Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, Dozgerê Giştî yê Pîranşarê Mucteba Mehmûdî ew kes bi tohmeta “propagandaya li dijî Komara Îslamî ya Îranê” gazî dadgehê kiribûn.
Piraniya ciwan, kal û pîr, jin û keçan bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê cemedanan bi kar tînin, nemaze di şahiyan de.
Lê navendên ewlehiyê yên Îranê gelek caran lixwekirina cemedanan a di şahiyan de bi hebûna pêwendiyan a bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê ve girê didin.
Nûvekirina herî dawî: 23:00:10