Nêçîrvan Barzanî: Dengên PDKyê bigihînin milyonekê
Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê li Hewlêrê beşdarî bangeşeya hilbijartinên Îraqê bû û daxwaz ji alîgirên partiya xwe kir, "Dengên PDKyê di vê hilbijartinê de bigihînin milyonekê."

Alîkarê Serokê PDKyê her wiha ji alîgirên xwest ku Kurdistanîbûn rêbaza wan be û got, "Em wisa hatine fêrkirin ku Kurdistanîbûn rêbaza me û pêkvejiyan jî peyama me ye."
Nêçîrvan Barzanî teqezî li ser wê yekê kir ku alîgirên wan bi piştgiriya xwe dê dengên partiyê bigihînin milyonekê û got, "Ez piştrast im ku PDK vê carê xwedî milyonek deng e."
Alîkarê Serokê PDKyê bangî ciwanan jî kir û got, "PDK partiya ciwanan û keleha parastina Kurdistanê ye."
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku her çend di destûra Îraqê de hemû mafên gelê Kurdistanê nîn in jî lê destkeftên baş tê de hene.
Alîkarê Serokê PDKyê eşkere kir ku pêkanîna destûrê garantiya aramî û seqamgîriya Îraqê bû lê wan destûr pêk neanî û paşguh xist, ji ber vê jî karesat û bobelat bi serê Îraqê de hatin.
Nêçîrvan Barzanî amaje pê kir ku ew dixwazin PDK li Bexdayê bihêztir be da ku karibin destûrê pêk bînin û got: "Ji ber vê em dibêjin armanca PDKyê destûr e.
Ji bo pêkanîna destûrê jî PDKyê pişta xwe bi dengderên xwe yên li Herêma Kurdistanê girê dide.
PDK dixwaze sîstema federaliyê ya li Îraqê bi awayekî praktîkî bê pêkanîn."
Nêçîrvan Barzanî beşek ji axaftina xwe ji bo pirsgirêka meaşan veqetand û wiha domand:
"PDK dixwaze ku budce û meaşê Herêma Kurdistanê li Îraqê ne daxwaz be û ne jî bibe pirsgirêk.
Destûrê gotiye ku meaş maf e. Meaş ne xêra kesekî ye ku bide welatiyên Herêma Kurdistanê, meaş mafê we ye.
Budce maf e. Pêwîst e budce ji bo Kurdistanê bê danîn.
Tiştê ku bi destûrê hatiye rêkxistin, nabe û nabe ku bi awayekî nedestûrî bê têkdan. Divê em li ser vê yekê li Bexdayê rijd bin."
Alîkarê Serokê PDKyê ev hilbijartina Îraqê wekî "yek ji girîngtirîn hilbijartinan" bi nav kir û got, ew navê "hilbijartina pêkanîna destûra herdemî ya Îraqê" li vê hilbijartinê dikin.
Nêçîrvan Barzanî di wesfa partiya xwe de got, "PDK di parastinê de yekem e û di avedaniyê de jî bê guman bê hevrik e."
Nûvekirina herî dawî: 16:57:50