Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê û bi gelek aliyan re dicive

Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê û dê çend hevdîtinan bike.

4 Gulan 2026 - 11:10
4 Gulan 2026 - 11:10
 0
Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê û bi gelek aliyan re dicive

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro ji bo encamdana çend civînan berê xwe dide Bexdayê.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, Nêçîrvan Barzanî dê îro beriya nîvro bi Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê re bicive.

Çarçoveya Hevahengiyê mezintirîn fraksiyona Parlamentoya Îraqê ye û piraniya aliyên Şîeyan li xwe digire.

Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên li Bexdayê

Yek ji civînên din ên Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re be.

Serokê Herêma Kurdistanê dê bi Elî Zeydiyê namzedê erkdarkirî yê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê re jî hevdîtinê bike.

Nêçîrvan Barzanî her wiha dê bi aliyên Sunî yên Îraqê re jî bicive.

 

Ev nûçe bi tevahî 61 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:19:51