Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriyê didin Sûriyeyeke aram û yekgirtî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Şamê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.

3 Tebax 2026 - 16:45
3 Tebax 2026 - 16:45
 0
Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriyê didin Sûriyeyeke aram û yekgirtî

Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

“Derfeteke dîrokî ye”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew bi vexwendina Ehmed Şer çûye Şamê û ji vê serdanê kêfxweş e.

Nêçîrvan Barzanî anî zimên ku piştî gelek salên dijwar, niha ji bo başbûn, avakirin û geşbûna Sûriyeyê derfeteke dîrokî heye û got:

"Min baweriya xwe ya bi vîzyona Serok Şer anî zimên. Ez bawer dikim ku bi serokatiya wî, Sûriye dikare ji bo hemû gelê xwe ber bi aramî, pêşveçûn û paşerojeke geştir ve here."

Mafên pêkhateyan

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew piştgiriyê didin Sûriyeyeke yekgirtî û aram.

Wî xwest ku mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên li wî welatî werin parastin.

Her wiha da zanîn ku wan li ser girîngiya rola Sûriyeyê ya ji bo aştî û ewlehiya herêmê gotûbêj kiriye.

Hevkariya aborî

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de bal kişand ser pêwendiyan û wiha axivî:

"Wekî cîran, gelek berjewendiyên hevbeş ên Sûriye, Îraq û Herêma Kurdistanê hene.

Ji bo berjewendiya hemû gelên me, ji bo berfirehkirina hevkariya aborî potansiyeleke mezin heye.

 

Ev nûçe bi tevahî 131 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:22:34