Nêçîrvan Barzanî gihişte Davosê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarîkirinê di foruma abûriya cîhanê de bike, bi serokatiya şandeke pile bilind gihişte bajarê Davosê li Siwêsra.

23 Çile 2018 - 10:44
23 Çile 2018 - 10:44
 0
Nêçîrvan Barzanî gihişte Davosê

Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her yek ji cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî û hejmarek ji berpirsên din yên Herêma Kurdistanê di nav şandê de ne.

Heman malperê diyar kir, ku îro êvarî wê serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel serok, serokwezîran, paşa, serkirdeyên cîhanê û mêvanên pile bilind yên foruma abûriya cîhanî li Davosê bicive.

Herweha biryar e Nêçîrvan Barzanî li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û wezîrê petrola Iraqê Ebdilcebar Li`êbî jî bicive.

Ev nûçe bi tevahî 1330 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:13:56