Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Cejna Remezanê li gelê Kurdistanê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Cejna Remezanê li gelê Kurdistanê kir û ragihad ku ew hêvî dike sala dahatû bibe sala pêşketina Herêma Kurdistanê.

14 Hezîran 2018 - 15:03
14 Hezîran 2018 - 15:03
 0
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Cejna Remezanê li gelê Kurdistanê dike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di peyameke vîdeoyî de bi boneya hatina Cejna Remezanê ragihand: “Bi boneya hatina Cejna Remezanê, ez pîrozbahiyên xwe yên germ li malbatên serbilind ên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û hemû gelê Kurdistanê dikim. Ez hêvî dikim cejneke xweş derbas bikin, cejneke ku bi xweşî ji bo her kesî be û înşallah her sal cejnên me xweş bibin.”

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî salake gelek bi xweşî ji bo gelê Kurdistanê hêvî dike û dibêje: “Bi hêviya xweşî, serkeftin û aramî ji bo her kesî, bi hêviya ku sala dahatû bibe saleke bi xweşî, şadî, aramî û pêşketin ji bo Herêma Kurdistanê.”

Ev nûçe bi tevahî 3179 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:15:22