Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Hindistanê pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi pîroz kir.

6 Hezîran 2024 - 14:04
6 Hezîran 2024 - 14:04
 0
Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Hindistanê pîroz kir

Partiya Bharatiya Janata (BJP) ya ku Narendra Modi serokatiya wê dike di hilbijartinên Hindistanê de bi ser ket û Narendra Modi careke din bû Serokwezîrê Hindistanê.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê bi peyameke Narendra Modi pîroz kir û wiha got:

“Ez bi navê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi dikim ku careke din wekî serokwezîr hat hilbijartin.

Em li hêviya berdewamiya pêşketinên pêwendiyên Îraq, Herêma Kurdistanê û Hindistanê ne.”

Narendra Modi spasiya Nêçîrvan Barzanî kir 

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi jî li ser hesabê xwe yê Xê bersiv da Nêçîrvan Barzanî û got:

"Spas Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, em qedir didin dostaniya xwe û em li hêviyê ne ku em vê dostaniyê xurrtir bikin."

 

Ev nûçe bi tevahî 1241 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:21:58