Nêçîrvan Barzanî û Erdogan mijara Balafirgeha Silêmaniyê çawa safî kir?

Nêçîrvan Barzanî ji ajansa Rûdawê re qala biryara Tirkiyeyê ya ji bo Balafirgeha Silêmaniyê kir.

8 Mijdar 2025 - 11:19
8 Mijdar 2025 - 11:19
 0
Nêçîrvan Barzanî û Erdogan mijara Balafirgeha Silêmaniyê çawa safî kir?

Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de behsa gelek mijarên germ kir.

Nêçîrvan Barzanî teqezî li ser armanca Partiyê (PDK) kir û got, "Armanca me ew e ku em milyonek deng bi dest bixin û em bawer dikin ku em dê zêdetir jî bi dest bixin."

Wî ducare kir ku hêza sereke ya Partiyê ne pere û ne jî çek e, "bawerî û piştevaniya xelkê Kurdistanê ye."

Nêçîrvan Barzanî ji pêşkêşkarê Rûdawê Hêvîdar Ehmed re ragihand ku hilbijartina 11ê vê mehê dê li Îraqê bibe "destpêkeke nû" ji bo bicihanîna destûrê û çareserkirina pirsgirêkan.

"Sira hêza Partiyê, baweriya xelkê ye"

Nêçîrvan Barzanî red kir ku hêza partiya wî ji pere, desthilat an çekê çavkanî girtibe û got:

"Eger xelkê te nebe, yên din ne tiştek in. Şertê yekem ji bo bihêzbûnê ew e ku miletê te bi te re be. Em piştrast in ku milet bi Partiyê re ye."

Nêçîrvan Barzanî sedema wê baweriyê bi "rastgoyiya" Partiyê ya li gel xelkê ve girê da û amaje bi wê yekê kir:

"Tiştê ku me karîbe, me kiriye û tiştê ku me nekarîbe, me ji wan re gotiye ku em nikarin bikin.

Vê rastgoyiyê di xebata Partiyê de baweriyek ava kiriye ku xelk pê bawer be."

Qonaxeke nû li Îraqê û pêwendî bi Bexdayê re

Serokê Herêma Kurdistanê hilbijartina sêşema bê ya parlamentoya federal wekî werçerxaneke girîng dibîne û dibêje, ev yek "derfetek e ji bo vekirina deriyekî nû di pêwendiyan de."

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku piştî hilbijartinê, Îraq dikeve "qonaxeke nû" ji bo bicihanîna destûrê û dîtina çareseriyê ji bo pirsgirêkên asêmayî re.

Nêçîrvan Barzanî derbarê çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bal kişand ser girîngiya gotûbêjê kir û ragihand:

"Bexda kûrahiya me ya stratejîk e û divê em pirsgirêkan li ser maseya gotûbêjê çareser bikin."

Pêwendî bi YNKyê re: "Me ew qonax derbas kiriye ku em nikaribin pirsgirêkan çareser bikin"

Nêçîrvan Barzanî derbarê nakokiyên di navbera PDK û YNKyê de, piştrastî da ku ew serdem derbas bûye ku pirsgirêk bêçareserî bimînin.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê got, "Me ew qonax li pey xwe hiştiye ku rewşa di navbera YNK û Partiyê de ew qasî têk biçe ku em nikaribin wê sererast bikin."

Nêçîrvan Barzanî her wiha amaje bi wê yekê kir ku piştî hilbijartinên Kurdistanê, dê hewl bidin hikûmetekê ava bikin ku "cihê baweriya hemû pêkhateyên Kurdistanê be."

Vekirina Balafirgeha Silêmaniyê

Nêçîrvan Barzanî cara yekem hûrgiliyên gotûbêja xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re ya derbarê vekirina asmanê Silêmaniyê eşkere kir û got:

"Di civînê de min jê re got ku dema wê hatiye hûn biryara vekirina asmanê Silêmaniyê bidin."

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku Recep Tayyîp Erdogan jî "rasterast qebûl kir, telefon kir û pirsgirêk çareser kir. Ji bo me Hewlêr, Silêmanî û Dihok yek in."

Partî alîgirê mixalefeteke bi hêz e

Nêçîrvan Barzanî ducare kir ku baweriya PDKyê bi hebûna mixalefeteke bi hêz û çalak heye lê pêwîst dît ku "berjewendiyên Herêma Kurdistanê û destkeftî wekî xeta sor bên dîtin."

Nêçîrvan Barzanî di dawiya hevpeyvînê de, daxwaz ji xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku bi awayekî berfireh beşdarî hilbijartinan bibin û dengê xwe bidin Lîsteya 275an a Partiya Demokrat a Kurdistanê û got, "Her deng jî ji bo me gelek e û girîng e."

 

Ev nûçe bi tevahî 18 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:27:53