Mezlûm Ebdî û Osman Baydemîr civiyan

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr pêşwazî kir.

8 Mijdar 2025 - 11:16
8 Mijdar 2025 - 11:16
 0
Mezlûm Ebdî û Osman Baydemîr civiyan

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ku piştî ziyaretên xwe yên li Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû li Rojavayê Kurdistanê jî dest bi hevdîtinan kir.

Osman Baydemîr piştî civînên bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û  Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) doh bi Mezlûm Ebdî re civiya.

Fermandarê Giştî yê HSDyê ji ser hesabê xwe yê Xê behsa civînê bi Osman Baydemî re kir û got:

“Bi serdana Parlemanterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Birêz Osman Baydemir kêfxweş bûm.

Me rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxand.

Hevdîtineke baş bû, me giringî da piştgirîya xebatên aştî û aramiyê û derfetên çareseriya siyasî li herêm û Sûriyeyê.”

 

Ev nûçe bi tevahî 24 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:27:53