Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî pêngavên hikûmetê yên ji bo xizmetguzariyan gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêngavên hikûmeta Îraqê yên ji bo xizmetguzariyan gotûbêj kirin.

27 Avrêl 2024 - 19:46
27 Avrêl 2024 - 19:46
 0
Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî pêngavên hikûmetê yên ji bo xizmetguzariyan gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çû Bexdayê û dê bi berpirsên Îraqê re bicive.

Nêçîrvan Barzanî destpêkê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Îraqê û hewl û pêngavên hikûmeta Îraqê yên ji bo pêşxistina xizmetguzariyan hatin gotûbêjkirin.

Her du alîyan tekezî li ser giringîya berdewambûna gotubêjên avaker ên ji bo pirsên hevbeş ên navbera hukûmeta Îraqa û Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha her du aliyan ji bo bihêzkirina pêwendiyan Hewlêr û Bexdayê pêwîstî bi piştevaniya hemû aliyên siyasî dît.

Ji aliyê din ve Sûdanî diyar kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hevbeş girîng e.

Nêçîrva Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo hewlên Sûdanî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê nîşan da.

Ev nûçe bi tevahî 811 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:58:04