Nêçîrvan Barzanî û Supasalarê Brîtanyayê rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê gotûbêj dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 12ê Berçile pêşwazî li Admiralê Brîtanî Sir Anthony Radakin û şandeke pilebilind a leşkerî û dîplomatîk a pê re kir.

12 Berfanbar 2024 - 11:57
12 Berfanbar 2024 - 11:57
 0
Nêçîrvan Barzanî û Supasalarê Brîtanyayê rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê gotûbêj dikin

Di daxuyaniya Serokotiya Herêma Kurdistanê de hat, di civînê de ku Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa, Wezîrê Karûbarên Pêşmerge, Supasalarê Pêşmerge û Balyozê Brîtanya li Iraqê amade bûn, rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên bilez ên navçeyê bi taybetî li Sûriyeyê û rola Hevpeymaniya Navdewletî di şerê li dijî DAIŞê de hatin gotûbêjkirin, herwiha pêwendiyên Brîtanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin behskirin.

Nêçîrvan Barzanî rol û berdewamiya piştevaniya Brîtanya li Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand. Herwiha spasiya hêzên Brîtanyayê jî kir ku di proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekxistina Pêşmerge de, alîkariya Herêma Kurdistanê kirine.

Ji aliyê xwe ve, Admiral Radakin pabendbûna welatê xwe ji bo zêdetir piştgirî û bihêzkirina hevkariyên hevbeş ligel Iraq û Herêma Kurdistanê tekez kir. Herwiha amaje bi giringiya berdewamiya hevkarî û hevahengiyê ji bo piştrastbûna ji rûbirûbûn û serkeftina li dijî metirsiya terorê û parastina aramiyê li navçeyê kir.

Herwiha di hevdîtinê de, çendîn mijarên din ên cihê giringiya her du aliyan jî hatin gotûbêjkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 369 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:13:19