Netanyahu: Heke Hemas çekan daneyne em dê dinyayê li serê wan bikin tara bêjingê
Serokwezîrê Îsraîlê hişyarî da û ragihand, heke Tevgera Hemasê bi bêçekbûnê razî nebe, ew dê dojehê bi ser wan de bibarînin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doh ragihand ku li gorî plana 20 xalî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku ji aliyê Îsraîl û Hemasê ve hatiye pesendkirin, divê Hemas çekan deyne û Xeze bê çek bibe, ti kargeh çekan di nav Xezeyê de nemîne û qaçaxçîtiya çekan jî li ser sînoran neyê kirin û got:
“Me li hev kir ku em qonaxa yekem a agirbestê temam bikin û paşê ji bo pêkanîna qonaxa duyem derfetekê bidin.”
Trump ragihandibû ku heke Hemas çekan daneyne “Em dê çekan bi wan bidin danîn û dibe ku em vê bi tundî jî bikin.”
“Rêbaza bidestxistina aştiyê ji hêzê tê”
Netanyahu bal kişand ser girîngiya parastinê û biland:
"Ez bawer im di paşerojeke nêzîk de, ne tenê ji bo Îsraîlê, ji bo cîhana azad û cîhana hevdem jî divê em şiyana xwe ya parastinê xurttir bikin çimkî azadî ne herdemî û otomatîk e.
Eger hûn nikaribin civakên azad biparêzin, dê rejîmên dîktator û totalîter bi ser we de serwer bibin.
Rêbaza bidestxistina aştiyê ji hêzê tê. Ez bawer im derfeteke me heye ku em bi gelek aliyên din re li hev bikin.
Ez wisa difikirim ku ev dê bibe diyariya herî mezin a ku em dikarin pêşkêşî gelê Îsraîl, xelkê herêmê û cîhanê bikin."
Trump di axaftina xwe ya li Knessetê de derbarê kesayetiya Netanyahu gotibû ku Serokwezîrê Îsraîlê "kesekî ne hêsan e ku mirov pê re dan û standinê bike."
“Erkê min misogerkirina paşeroja gelê Cihû ye”
Netanyahu li ser vê nêrîna Trump jî got, "Ez hêvî dikim ku Trump wisa bibêje, ji ber ku ez li ser mijarên girêdayî paşeroja welatê xwe gelekî tund im.
Dema ku ez bawer bikim tiştê ku ji min tê xwestin baş e, ez dibêjim baş e û dema ku ez bawer bikim divê ez bibêjim na, ez dibêjim.
Ev erkê min e û erkê min parastina dewletê û misogerkirina paşeroja gelê Cihû ye."
Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku wî di dema borî de li ser vê bingehê gelek biryar dane ku di nav wan de êrişên li ser Îranê jî hebûn û berdewam kir:
"Me helwesteke dîrokî li dijî Îranê nîşan da ku gefa tunekirina me dixwe û bombeya atomê li hemberî me bi kar tîne."
Nûvekirina herî dawî: 13:08:19