Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser rewşa darayî û mûçeyan dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.

15 Cotmeh 2025 - 11:02
15 Cotmeh 2025 - 11:02
 0
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser rewşa darayî û mûçeyan dicive

Dezgeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Encûmena Wezîran îro 15ê Cotmehê, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna xwe ya asayî lidar dixe.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de Wezareta Darayî û Aboriyê dê encamên lêkolîn û nirxandina rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê pêşkêş bike.

Ev nirxandin li ser raspardeya civîna berê ya Encûmena Wezîran hatiye amadekirin. Herwiha, dê li ser pêngavên pêwîst ji bo dabeşkirina mûçeyên mehên sala 2025an jî gotûbêj bêne kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 15 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:11:13