Newroz li Parlamentoya Ewropayê hat pîrozkirin
Kurdên li Diyasporayê li avahiya Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê ahenga Newrozê û sala nû ya Kurdî pîroz kir.

Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Yekîtiya Ewropayê ev resepsiyon saz kir.
Resepsiyon bi alîkariya parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Ewropayê hat sazkirin.
Di çanda Kurdan de Newroz tê wateya nûbûna salê û jiyana Kurdan.
Her ev yek bûye sedem ku ahenga Newroza sala 2726an a Kurdî bi rewşa siyasî û leşkerî ya li herêmê re têkel bibe.
Bi taybetî jî rewşa ku li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê heye balê dikişîne.
Daxwaza piştgiriyê ji bo Kurdan
Hinek ji parlamenterên Yekîtiya Ewropayê beşdarî rêûresmê bûn.
Ew ji rewşa herêmê dilgiran in û dixwazin piştgiriyê bidine Kurdan.
Endamê Komîteya Rojhilata Navîn û Parlamenterê Ewropayê ji koma Sosyal Demokratan Daniel Attard axivî.
"Em ne tenê ji bo pîrozkirina Newrozê li vir in. Em ji bo piştgiriya hemû gelê Kurd li vir in. Ji ber vê yekê divê em bi kêmanî piştgiriyê bidin wan."
Attard di dewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Kurdan û got:
"Divê em di têkoşîna wan de bi wan re bin. Divê em wan prensîbên bingehîn biparêzin ku em hemû li Parlamentoya Ewropayê baweriyê bi wan tînin."
“Kurd ji bo azadiyê şer dikin”
Parlamenterê Ewropayê pirsî, "Gelo ew li Kurdistanê ji bo çi şer dikin?" û wiha bersiv da:
"Ew ji bo azadiyê şer dikin û em jî li Parlamentoya Ewropayê baweriyê bi vê yekê tînin. Ew ji bo wekheviyê şer dikin û em jî baweriyê bi vê tînin."
Daniel Attard diyar kir ku ev nirxên gerdûnî ne û sînoran derbas dikin û xwe li axaftinê berda:
"Em li Parlamentoya Ewropayê piştgiriyê didin wan. Em dê bi wan re bin. Em dê dengê wan bilind bikin heta ku dengê wan bê bihîstin û em pêngavekê bibînin."
Peyama sereke ya beşdarên li Parlamentoya Ewropayê ew bû ku ew li dijî şer in.
Wan ji bo sala nû aştî xwest.(Rudaw)
Nûvekirina herî dawî: 13:36:26












































































































































































