Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand: “Em rêzê ji daxwaziya gelê kurd ya avakirina dewletê digrin lê baştir e li gel Iraqê bimînin.”
Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekî derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de ragihand, ku ew rêzê li hember daxwaza dewletbûnê ya kurdan digrin lê ya baş ew e, ku Kurdistan li gel Iraqê bimîne.
Wezareta Derve ya Rûsyayê got: "Em piştgiriya yekrêziya xaka Iraqê dikin. Divê hemû nakokî bi rêya gotûbêjan werin çareserkirin, ne ku bi yekalî serxwebûn were ragihandin."