Putin: Plana Amerîkayê dikare bibe bingeha çareseriyê

Vladimir Putin ragihand ku plana Amerîkayê ya ji bo rawestandina şerê Ukraynayê "dikare ji bo çareseriya dawî bibe bingeh ".

22 Mijdar 2025 - 10:54
22 Mijdar 2025 - 10:54
 0
Putin: Plana Amerîkayê dikare bibe bingeha çareseriyê

Putin hişyarî da, eger Ukrayna pêşniyarê red bike ew dê zêdetir axa wî welatî kontrol bikin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di civîneke hikûmetê ya ku ji aliyê televîzyonên Rûsyayê ve hat weşandin de got:

"Plana Amerîkayê ji bo çareseriyeke aştiyane ya teqez dikare bibe bingeh lê ev plan hîn bi awayekî şênber bi me re nehatiye gotûbêjkirin."

Serokê Rûsyayê her wiha diyar kir ku ew ji bo dan û standinên aştiyane amade ne û wiha axivî:

"Em ji bo dan û standinên aştiyane û çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya aştiyê amade ne.

Lê bê guman ev yek pêwîstî bi gotûbêja kûr a li ser hemû hûrgiliyên plana pêşniyarkirî heye û em ji bo vê amade ne."

Putin da zanîn ku plan ji 28 xalan pêk tê û destnîşan kir ku Moskow û Washington berê "bi awayekî giştî" li ser mijarê axivîne û Amerîkayê ji Rûsyayê xwestiye ku "hinek tawîzan bide û nerm tevbigere".

Putin rexne li Ukrayna û hevpeymanên wê yên Ewropî girt û da zanîn ku ew "xeyala şikestineke stratejîk a Rûsyayê li qada şer" dibînin.

Serokê Rûsyayê tekez kir, eger plan were redkirin Moskow dê armancên xwe "bi çek û di çarçoveya têkoşîna leşkerî de" pêk bîne.

Vladimir Putin di dawiyê de hişyarî da û got:

"Eger Ukrayna nexwaze pêşniyarên Donald Trump gotûbêj bike û wan red bike, divê Ukrayna û bangeşekarên şer ên li Ewropayê fêm bikin ku bûyerên li Kupianskê qewimîn dê teqez di şûnên din ên sereke yên eniya şer de jî ducare bibin."

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:54:05