Binkeyên dengdanê li Bakûrê Kurdistan hatin daxistin

Ji ber ku roj li Bakurê Kurdistanê li gorî rojavayê Tirkiyê demjimêrek zûtir diçe ava, navendên dengdanê dê demjimêrek zûtir werin girtin.

31.03.2024, Paz - 16:52

Binkeyên dengdanê li Bakûrê Kurdistan hatin daxistin
Nuçe Belav bike

Li gor biryara komîsyona bilind a hilbijartinên Tirkiyê, demjimêr 5ê êvarê, binkeyên dengdanê li ser dengdêran tên girtin, lê belê li Bkûrê Kurdistan demjimêr 4rê de tê girtin.

Li gorî agahiyan, binkeyên dengdanê li Bakûrê Kurdistanê hatin daxistin û tê çaverê kirin ku demjimêrekî din wê li bajarên Tirkiyê jî bên daxistin.

Îro li hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê hat encamdan û wê 61 mîlyon dengdêr beşdarî dengdanê bibin.

Piştî demjimêr 21.00’an wê qedexeya li ser çapemeniyê rabe û heta demjimêr 12.00’an ji sedî 100 encam bi awayekî nefermî bên eşkerekirin.

Vî nûçeyê tevayî: 390 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:46:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x