Roja Çarşemê 1ê Adara 2023an li parêzgeha Dêrsimê paneleke bi navê “Dikare di erdhejê çi bê kirin” de hat saz kirin. Panel ji derve hat kirin û bi sedan kes ji xelkê Dêrsimê beşdarî panelê bûn.
Endezyarê Jeolojiyê û pisporê erdhejê Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan di panelê de axivî û derbarê metirsiya erdhejê ya li parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hişyarî dan.
Ercan amaje bi wê hêla erdhejê da ku ji bajarê Hatay ber bi Bakurê Kurdistanê ve dirêj dibe û got “Şikestina hêla erdhejê ya Rojhilatê Enedolê ji Hatayê heta Osmaniye, ji Bakurê Semsûr û Mereşê û ji wê derê jî heta Meletî û Xarpetê dirêj dibe. Nagihe Dêrsimê. Ji ser Çewligê li Kanîreşê (navçeya Çewligê) ligel hêla erdhejê ya Bakurê Enedolê dibe yek. Ev yek 15 milyon sal berê çêdibe. Ji ber ku ev rewş berdewam dibe û Rojhilatê Endolê nikare vî barî hilgire şikestineke duyem çêdibe.”
Endezyarê Jeolojiyê û pisporê erdhejê dibêje “Hêla erdhejê ya Rojhilatê Endolê ji cihê ku Colemêrg lê ye ji ser parêzgehên Wan, Bedlîs, Muş û Gimgimê, digihe navçeya Kanîreş a Çewligê û ji wê derdê jî ji ser Erzinganê digihe Tokat, Amsaya û Boluyê. Piştre ji ser Boluyê digihe Adapazari, Bakurê Marmarayê. Wate heta Stenbol û Selanîkê dirêj dibe. Em bo vê dibêjin şikestina Bakurê Enedolê. Temenê vê jî 3.5 milyon sal in. Şikestin çiqas bi temen be ewqas erdhejên biçûk pêktîne.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan ragihand dibe ku hêla erdhejê ya Enedola Bakur li navçeya Çerme ya ser bi parêzgeha Çewligê ve erdhejeke bi hêza 8 pileya rîxterê pêkbîne û got: “Şikestina Enedola Bakur ku ciwan e li Bakurê me ye. Li wê derê şikestina Kargapazari heye wate aliyê Çerme (navçeya Çewligê) ye û ew der cihê herî nîgeranker e. Ev der dikare erdhejeke heta bi hêza 8 pileyên rîxterê pêkbîne. Ji xwe em dizanin ku erdheja sala 1939an a Erzinganê bi hêza 7.9 pile bû û hêza wê ya hilweşandinê 11 pile bû. Ev erdhej di zivistana reş de bû sedema canjidestdana derdora 33 hezar kesan.”