Çewlîg: Agirê ku bi daristanê ketibû hat vemirandin

Li navçeya Dara Hênê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi daristanê katibû.

25.08.2023, Cum - 10:09

Çewlîg: Agirê ku bi daristanê ketibû hat vemirandin
Nuçe Belav bike

Agirê ku doh dest pê kiribû îro hat vermirandin.

Li gundê Çimêhêniyê yê Dara Hênê, doh ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê yên Rêveberiya Daristanan û Şaredariya Dara Hênê çûn cihê şewatê.

Tîmên agirvemirandinê bi 13 makîneyên kar, otomobîlên agirvemirandinê û 3 barhilgirên avê dest bi xebatên vemirandinê kir.

Helîkopterek jî ji esman ve beşdarî xebatên vemirandina agir bû.

Agir di encama xebatên çend demjimêran de hat vemirandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 400 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:05:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x