Di navbera Dîlok û Bexdayê de geştên esmanî destpê kirin

Di navbera parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê û paytexta Iraqê Bexdayê de geştên esmanî destpê kirin. Yekemîn balafira ji Dîlokê bo Bexdayê îro 10ê Hezîranê firiya.

10.06.2022, Cum - 15:08

Di navbera Dîlok û Bexdayê de geştên esmanî destpê kirin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Dîlokê ragihand, bi helkefta destpêkirina geştên esmanî di navbera Dîlok û Bexdayê de li Balafirxaneya Dîlokê merasîmek hat lidarxistin.

Serkonsolê Iraqê yê li Dîlokê Ebdulwahîd Mecîd ragihand, dê destpêkirina geştên esmanî bandoreke erênî li ser bazirganiya du alî bikin.

Dîlok bajarê herî mezin ê bazirganiyê ye li Bakurê Kurdistanê, ku salane 6 milyar dolar hinardeya wê heye. Piraniya hinardeya Dîlokê bo Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 629 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:25:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x