Diyarbekir: Her 5 kesên ji bilindkirina Alaya Kurdistanê hatibûn binçavkirin hatin berdan

5 kesên ji bilindkirina Alaya Kurdistanê hatibûn binçavkirin hatin berdan

27.09.2022, Sal - 13:20

 Diyarbekir: Her 5 kesên ji bilindkirina Alaya Kurdistanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
Nuçe Belav bike

Pêr di hefteya 6mîn a lîga 2 a futbola Tirkiyê de, tîma Amedspor li Diyarbekirê mêvandariya tîma Bursasporê kiribû, hin alîgirên Amedsporê bi bilindkirina Ala Kurdistanê û bi gotina "Bijî Kurdistan" piştgirî dan tîma xwe.

Ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji ber hin ciwanên alîgirên Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) ku di lîstika Amedspor - Bursasporê de ala Kurdistanê bilind kirbûn, lêpirsîn hatibû destpêkirin.

6 ciwan jî duh danê sibê li Diyarbekirê bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” hatin binçavkirin.

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê da zanîn, ciwanên ku şeva xwe di girtîgehê de derbas kirin, bi mercê qedexeya derketina derve û kontrola edlî, îro derketin dadgehê û hatin berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x