Em bi wefata Prof. KINYAZ ÎBRAHÎM MÎRZOYEV gelekî xemgîn in

09.08.2021, Pts - 11:51

Em bi wefata Prof. KINYAZ ÎBRAHÎM MÎRZOYEV gelekî xemgîn in
Nuçe Belav bike

Bi xemeke mezin me roja 08.08.2021ê nûçeya koça dawî ya akademîsyen û çalakvanê welatperwerê Kurd û Serokê Federasyona Navneteweyiya Kurdên welatên Sovyeta berê Prof. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev bihîst.
Gelê me dê xebat û keda welatperwerane ya Prof. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev tu carî ji bîr neke.
Em sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û hezkirîyên Prof. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev û endamên Federasyona Navneteweyîya Kurdên Sovyeta berê û Kurdên nîştecihê welatê Kazaxistanê û li hemû gelê Kurdistanê dikin.

Em xwe bi hevparê xema malbata Prof. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev û ya hemû hezkirîyên xwedê jê razî dizanin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1033 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:45:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x