Hewlêrê peyamek tund da Bexdayê: Em dest ji mafên xwe bernadin

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand, Herêma Kurdistanê bi ti awayî dest ji maf û heqên xwe yên destûrî bernade û xwe li ber ti zext û gefeke Hikûmeta Federal a Iraqê natewîne ku dixwaze mafên xelkê Kurdistanê binpê bike.

07.07.2022, Per - 13:40

Hewlêrê peyamek tund da Bexdayê: Em dest ji mafên xwe bernadin
Nuçe Belav bike

Bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê roja Çarşembê 6ê Tîrmehê civiya û pirsgirêk û nakokiyên navbera Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kir.

Piştî civînê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û têde ragihand, “Civata Wezîran tekez kir ku bi ti awayekî dest ji ti maf û heqên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê bernade û bi hemû rêyekê jî berevaniyê di ber mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de dike.”

Li gor daxuyaniyê, Civata Wezîran herwiha tekez kiriye ku Herêma Kurdistanê li ber ti zext û gefên Hikûemta Federal xwe natewîne ku dixwaze mafên xelkê Kurdistanê binpê bike.

Di daxuyaniyê de tê gotin, di civînê de Serokê Dîwana Encûmena Wezîran behsa pêngavên destûrî û dadwerî û yasayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li beramber zextên Wezareta Petrolê ya Iraqa Federal kir û diyar kir, “Mixabin Hikûmeta Federal bi awayekî ne destûrî biryara ragirtina xerckirina pişka bûdceyê ya Herêma Kurdistanê daye, di heman demê de jî zextên nerewa dike daku rê li wê dahatê bigire ku Herêma Kurdistanê bi dest tîne, ji dahata petrolê û dahata navxwe, ku ti erkekî darayî li ser Hikûmeta Federal çê nekiriye.”

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê di heman civînê de tekezî li çareserkirina pirsgirêkên mayî yên bi Hikûmeta Iraqê re li ser “bingeha destûrê” kiriye, di nav wan de jî pirsgirêkên girêdayî petrol û gazê ku dikare “bi rêya yasaya petrol û gazê ya federal

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 456 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:26:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x