Heyeteke PAKê roja 25.10.2022yê, li Amedê seredana DTSOyê(Odeya Tîcaretê û Sanayîyê ya Dîyarbekirê) kir.
Heyeteke PAKê ya ku ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk , Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba, endamê Meclîsa PAKê Husnu Onûk, rêvebirên PAKê îsmaîl Edîş û Îsmaîl Pamûkçû pêk hatî, roja 25.10.2022yê, li Amedê seredana DTSOyê(Odeya Tîcaretê û Sanayîyê ya Dîyarbekirê) kir.
Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, Cîhgirê Serokê DTSOyê Erdal Avşar, endama Komîteya Birêvebir a DTSOyê Seda Berakatoglu pêşewazîya heyeta PAKê kirin.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk ji ber vê pêşewazîyê spasîya heyeta DTSOyê kir û serok û rêveberîya nû ya DTSOyê pîroz kir.
Mustafa Ozçelîk xebatên DTSOyê bi awayekî erênî nirxand, piştgirîya xwe pêşkêşî rêveberîya nû ya DTSOyê kir û serkeftin ji wan ra xwest.
Serokê DTSOyê Mehmet Kaya jî bixêrhatina heyeta PAKê kir û ji ber vê serdanê spasîya heyeta PAKê kir.
Heyetên PAKê û DTSOyê di derbarê rewş û pêvajoya heyî da bîr û rayên xwe pêşkêşî hev kirin.
Hevdîtina Heyeta PAKê û DTSOyê di atmosfereke dostane da derbas bû.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk û heyeta PAKê berîya hevdîtina li gel Mehmet Kaya û rêvbirên DTSOyê, Seroka Meclîsa DTSOyê Nevîn Îl jî pîroz kirin û serkeftin jê ra xwestin. Nevîn Îl ê jî spasîya heyeta PAKê kir.
26.10.2022
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê