Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku di operasyoneke artêşa wî welatî ya li herêma Gare ya Herêma Kurdistanê de ku MÎT jî beşdar bûye, 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan.
Derbarê vê yekê de heta niha ti çavkaniyên PKKê daxuyanî nedaye.
HPGê nasnameya 6 gerîlayan eşkere kir
Ji aliyê din ve HPG nasnameya 6 gerîlayan ku di demên cuda de canê xwe ji dest dane eşkere kir, 6 ji wan li herêma Metîna û 2 jî li navçeya Gever a Colemêrga Bakurê Kurdistanê bûne.
Li gor daxuyaniya HPGê gerîlaya bi navê Gulistan Canbey a xelka Bedlîsê ya bi nasnavê Aso Dîran Têkoşîn û gerîlya bi navê Rojda Şik a xelka Amedê ya bi nasnavê Evîn Rêber Andon di 19ê Îlona 2022yan de li navçeya Geverê canê xwe ji dest dan.
Nasname û cihê candestdana 4 gerîlayên din jî wiha ye:
Mizgîn Eren a xelka Bedlîsê ya bi nasnavê Arîn Armanc 30 Hezîrana 2022yan li herêma Metîna canê xwe ji dest da.
Yilmaz Beşalti yê xelkê Rihayê ku li Edeneyê ji dayîk bûye û bi nasnavê Suphî Tolhildan tê naskirin di 23yê Tîrmeha 22yan de canê xwe ji dest da.
Şeyda Eren a xelka navçeya Cizîrî ya Şirnexê, bi nasnava Şevîn Çekdar 12ê Tebaxa 2022yan li herêma Metîna canê xwe ji dest da.
Enver Çelîk ê li Edeneyê ji dayîk bûye û bi nasnavê Çekdar Canfeda Med tê naskirin jî 12ê Tebaxa 2022yan de li herêma Metîna canê xwe ji dest daye.