Ji HEZKURD'ê jibo raya giştî daxûyanî

Navenda Hereketa Zimanê Kurdî HEZKURD/Amed, jibo raya giştî daxûyanîyek belavkir.

03.01.2024, Çar - 11:03

Ji HEZKURD'ê jibo raya giştî daxûyanî
Nuçe Belav bike

Didaxûyanîya ku HEZKURD'ê pelavkiriye wihaye:

"Tê zanîn ku di 15ê Cotmeha 2020 navenda wê li AMEDÊ bi beşdariya ji hemî fikr, raman, bîrdozî û ayînên cur bi cur me tevgera Zimanê Kurdî HEZKURD avakiribû û dest bi xebatên xwe yên ji bo Zimanê Kurdî û Neteweya Kurd kiribû. Ev beşdariya berfireh a ji fikrên cur bi cur, her çiqas kelecanek dabe jî di xebatên pratîkî da lê belê hin nakokiyên piçûk jî bi xwe ra dianîn. Ji ber wê mebestê cara yekem çend kesên ku tev li xebatên me bibûn, ji me cûda bûn û li Stenbolê komeleyek avakirin ku serokê komeleyê Suphî Ozgen bû. Lê me weke tevgera girseyî û navendî daxwaza serkeftina wan kir û alîkariya xwe ji bo vê komeleyê ragihand ku tenê bila xizmeta Zimanê Kurdî bikin. Îro dîsa ji ber cudabûna prensîbên xebata me, hinek hevalên me ji tevgera me ango ji HEZKURDê cûda bûn û ji xwe ra li Stenbolê komeleyek nû vekirin bi nave Komeleya Dilkurd. Em weke tevgera girseyî û navendî dibêjin ku, em serkeftina vê komeleya nû ango komeleya Dilkurd dixwazin ku ji bo Zimanê Kurdî û Neteweya Kurd xizmetê bike. Hêvî û daxwazên me jî ew in ku, ji bo pêşvebirina xebatên Zimanê Kurdî û statûya Zimanê Kurdî, hejmara sazî,rêxistin, tevger û komeleyên zimên zêdetir bibin. Û bang dikin ku, her çiqas karê bi vî rengî yên li bajarên Tirkîyê girîng bin jî, lê belê divê xebatên kolektîf û bi vî rengî li welatê me û li bajarên Kurdistanê bimeşin. Bila bê zanîn HEZKURD bi hemî hêz û enerjîya xwe ya ciwan, neteweyî û Kurdistanî li ser kar û erkê xwe berdewam e. "

Navenda Hereketa Zimanê Kurdî HEZKURD/Amed.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 351 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:25:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x