Kanzaya Erzinganê: Cenazeyê karkerekî piştî 53 rojan hat dîtin

Li navçeya Îlîçê ya parêzgeha Erzinganê cenazeyê yek ji 9 karkerên ku di bin kanzaya zêran de mabûn piştî 53 rojan hat dîtin.

06.04.2024, Cts - 09:56

Kanzaya Erzinganê: Cenazeyê karkerekî piştî 53 rojan hat dîtin
Nuçe Belav bike

13ê Sibata 2024an li navçeya Îlîçê ya Erzinganê kanzayeke zêran a kompanyaya Anagoldê hilweşiyabû û 9 karker di bin axa kanê de mabûn.

Ji wê rojê ve karûbarên lêgerîna wan karkeran berdewam in.

Li gorî zanyariyan cenazeyê yek ji wan karkeran Ugur Yildizê 32 salî 53 rojan piştî bûyerê hat dîtin.

Cenazeyê Ugur Yildizê ku şofêrê barhilgirekê bû di nava barhilgirê de hat dîtin.

8 karkerên din hîn di bin axa kanzayê de ne û karûbarên lêgerîna li cenazeyên wan berdewam in.

Piştî hilweşîna kanzayê derbarê kompnayaya Anagoldê de lêkolîn hatibû kirin û 11 kes hatibûn desteserkirin.

Di çarçoveya lêkolînê de rêveberê kompanyayêyê Kanadayî I.R.G jî di nav de 8 kes hatibûn girtin û 3 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Ew kesên hatine girtin di kompanyayê de wekî endezyar, rêveber û kargêr dixebitîn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 152 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:35:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x